Hijmara pêketiyên Koronayê li Kurdistanê kêm dibe

4 kesên din canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 128 kes bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bigiştî 128 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan ku 86 kese li Dihukê hatiye tomarkirin.
Wezaretê behsa vê yekê kiriye ku di nava heman demê de 327 berketiyên din jî baş bûne û 4 berketiyên din jî canê xwe ji dest dane ku du ji wan li Hewlêrê û duyên din jî li Dihukê bûne.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.