Projeya bûdceyê radestî parlementoyê tê kirin

civata wezîran ew projeya han pejrandiye.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran ew proje pejrandiye.

Li gor rojnameya Sebah ya fermî ya Îraqê, civata wezîran proje bûdceya 2021an ya Îraqê pejrandiye.

Rojnameya han belav kiriye ku Serokatiya civata wezîran, sibê yekşem proje bûdceya 2021an radestî Serokatiya parlementoya Îraqê dike û parlemento jî piştî nîqaş û nirxandina projeyê, vê dengdan li ser projeya han bike.

Weke tê zanîn Hewlêr û Bexda hin kêşe û aloziyên wan li ser bûdce û para Kurdistanê hebûn, lê şanda Kurdistanî du hefte bo çareser kirina wan kêşeyan li Bexdayê bû. Herwiha tê gotin ku para Kurdistanê ji bûdceya 2021an bi qasî sedî 12.65 e.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.