Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Mesîhiyan dike

hêviya bexteweriyê bo wan dixwaze.
کوردستان TV
100%

Hêviya cejneke baş û aram bo tevahiya wan dixwaze.

Bi minasebeta salvegera ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh û sersala nû ya Mesîhiyan Serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh “Silavên xwedê lê be” li xuşk û birayên Mesîhî yên li herêma Kurdistanê, Iraq û tevahiya cîhanê bi germî pîroz dikim.

Cejn û pişûyekî xweş û aram ji bo wan dixwazim. Hêvîdarim ev cejin tebayî, aştî, lêborîn û hevdû qebûlkirina zêdetir li Iraq, navçeyê û cîhanê, ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe de bîne.

Mixabin îsal li herêma Kurdistanê jî wekî hemû cîhanê ji ber Kovid – 19 ve, merasîm û ahengên mezin yên cejnê nayên organîzekirin, lê belê bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh bi rûmetê ve li dilê hemûyan de vedike û bilind tê ragirtin. Hêvîdarim bîranîn û cejnên me yên paşerojê li rewşên baştir da bigêrîn.

Di vê salvegera pîroz de dûpat dikin ku herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika tebayî û firehî û pêkvejiyanê hemû pêkhatên wê û bi mal û niştimana xuşk û birayên Mesîhî jî dimîne. Em hemû pêkve bi tebayî, yekrêzî, xweragirî û qurbanîdanê, me rojên dijwar û kêşe û qeyranên berê birêkiriye, bi heman awayî ev rewşa dijwar û pejik û qeyranan jî derbasdikîn û paşerojeke baştir çaverêya meye.

Welatiyên Mesîhî piştrast dikîn ku berdewam dibîn û hemû hewl û şiyanek didîn bo ku navçeyên wan yê ziyanberketiyên li şerê dijî terorê da avadan bikîn û şûnewarên şer li ser wan de nemîne, heta koçberên wan bikarin vegerin û aramî, jiyan, piştrastî û geşbûnê li gel xwe da bibin, careke din koçber nebin û hemû mafên wan parastî bê.

Cejna ji dayikbûna Mesîh û sala nû ya zayînî li hemûyan pîroz bê, hemû salek bi xweşî be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

24.12.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.