Çend gund li Dînarte hatin vala kirin

24 gund hatine valakirin.
کوردستان TV
100%

Jiber gefên pkkê hatine valakirin.

Li gor zaniyariyên berdest, li nahiyeya Dînarte ya ser bi Akrê ve, jiber gef û metirsiyên çekdarên pkkê hijmareke zêde gund di wan demên dawî de hatine valakirin.

Rayedarên devera Dînartê behsa vê yekê dikin ku di wan demên dawî de jiber metirsî û gefên pkkê û herwiha êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser wan deveran, 24 gundên nahiyeya Dînartê hatine valakirin.

Ji aliyeke din ve, li Dihuk, Amêdiyê û Zaxoyê jî jiber heman sedemê di wan demên dawî de hijmareke gelek zêde gund hatine valakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.