163 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

8 berketiyên din canê xwe ji dest dan.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiyê amarên taybet bi Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 163 kesên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 85 kese.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de 337 berketî baş bûne û 8 berketiyên din jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê 102 hezar û 267 kes bi Koronayê ketine, 67 hezar û 881 kes baş bûne û 3 hezar û 356 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.