Şanda parêzgarên Îraqê îro serdana Hewlêrê kir.
Îro danê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke komîteya hemahengiya parêzgarên Îraqê kir.
Di civînê de behsa projeyên xizmetgozarî û kar û çalakiyên parêzgaran li parêzgehên Îraqê hate kirin.
Herwiha behsa çawetiya berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera parêzgarên Kurdistanê li gel parêzgarên Îraqê jî hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime her du alî fêde ji ezmûna xwe di her warî de bistînin.
Serokê herêmê û şanda mêwan li ser dabezandina desthilatan bo yekeyên îdarî hemfikir bûn û tekez li ser pêdana derfetên zêdetir bi kerta taybet ya biyanî û navxweyî hate kirin daku bikaribin zêdetir di ware cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî de bibin xudan rol.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin