Li Helebceyê di nava malekê de hatine dîtin.
Birêveberatiya polîsê Helebceyê ragihand ku îro termê du welatiyan di nava malekê de hatine dîtin.
Li gor daxuyaniya polîsê Helebceyê, ew her du welatî xizmên hevin û bi gule hatine kuştin.
Yek ji kesên kuştî 40 salî û ewê din jî 22 saliye.
Polis diyar kiriye ku yek ji wan bi Koronayê ketibû û li mala zavayê xwe, xwe xistibû qerentîneyê.
Derbarê sedema kuştina wan welatiyan de lêkolînên polîs didomin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin