Beriya çend rojan hatibû damezrandin.
Piştî ku di destpêka vê hefteyê de hêzeke 150 kesî li derdorê Kerkûkê, bi navê hêza heşda şebî ya Kurdî hatibû damezrandin, îro ew hêza han hate hilweşandin.
Di vê derbarê de Lîwa Ebdulxaliq Telet diyar kiriye ku jiber zextên hikûmeta herêma Kurdistanê li hikûmeta federalî û heşda şebî, ew hêza ku beriya çend rojan bi navê heşda şebî ya Kurdî hatibû damezrandin hatiye hilweşandin.
Telet eşkere kiriye ku ti fermaneke resmî ya hikûmeta Îraqê bo damezrandina hêzeke wisa tuneye lê heşda şebî bi serê xwe ew yek kiriye û piştî helwestên tund yên hikûmeta herêma Kurdistanê, ew hêz hatiye hilweşandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin