Îran: Balefir di bin çavdêriya me dene

di destpêka vê mehê de Amerîka 2 balefirên B52 şandibû deverê.
کوردستان TV
100%

Dibêje derbas kirina sînor xeta sore.

Fermandarekî Îranî bi navê Qadir Rehîmzade ragihandiye ku liv û tevgerên balefirên Amerîkayê li deverê de, bi taybetî balefirên şer yên B52 di bin çavdêriya Îranê deye û Îran hayedarê liv û tevgerên wan balefirane.

Rehîmzade herwiha eşkere kiriye ku derbas kirina sînorên Îranê xeta herî sore û her balefirek ku sînorên Îranê derbas bike vê were armanckirin.

Weke tê zanîn di destpêka mehê de Amerîka 2 balefirên B52 şandibû deverê û ragihandibû ku armanc ji şandina wan balefiran amadebûn bo bersif dana her pêngaveke Îranê ye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.