Êrîşeke YPGê hate pûçkirin

xwestine xala kontrol kirinê dagîrbikin.
کوردستان TV
100%

Xwestine xaleke kontrol kirina ya hêzên pêşmerge bigirin.

Bîrkarê wezareta pêşmerge Serbest Lezgîn di presskonferansekê de îro çarşem ragihand ku duhê bi şev hijmareke çekdar li devera Sihêlayê xwestine sînor derbas bikin û bikevin nava axa herêma Kurdistanê lê hêzên pêşmerge pêşiya wan girtiye.

Serbest Lezgîn herwiha eşkere kiriye ku dema derketiye ku ew kesên han çekdarên YPGê ne û xwestine derbasî nava axa herêma Kurdistanê bibin û xaleke kontrol kirinê ya hêzên pêşmerge bigirin, hêzên pêşmerge, pêşiya wan girtine, lê endamên YPGê bi çek êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge jî bersif dane û êrîşa han têk daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.