Artêşa Îraqê dibêje kar kirina hevbeş gelek girînge.
Fermandariya operasiyonên hevbeş ya artêşa Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniyê de behsa karên hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kiriye.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku karên hevbeş li navendên hevbeş berdewamin û domandina karên hevbeş di navbera her du aliyan de jî gelek girînge.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku li Hewlêr û Bexdayê du navendên hevbeş yên pêşmerge û artêşa Îraqê hatine avakirin û karên hevbeş di nava wan navendan de berdewamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin