Qirîza helbestê di navbera Îran û Tirkiyeyê de didome

Îran bi tundî Erdogam mehkûm kiribû.
کوردستان TV
100%

Roja înê Erdogan helbestek xwendibû Îran jê aciz bibû.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Rebceb Teyyib Erdogan di dema serdana xwe ya bo Azerbaycanê de helbestek xwendibû û ew helbest bibû sedema qirîzeke dîplomatîkî di navbera Îran û Tirkiyeyê de, îro Serokê MHPê Dewlet Baxçelî jî dîsa ew helbesta han belav kir.

Serokê MHPê dewlet Baxçelî weke bersifdana Îranê helbesta ku têde behsa pantirkîzimê dike û dibêje Azerbaycana Îranê jî beşeke ji welatê Azerbaycanê, li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

Piştî ku Erdogan ew helbest xwendibû, Îran jî balyozê Tirkiyeyê vexwandibû wezareta derve û note dabû balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê û Tirkiye bi destwerdanî kirin di nava karûbarên navxweyî yên Îranê de tawanbar kiribû.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.