201 kesên din bi Koronayê ketin

9 welatiyên din jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amara rojane hêdî hêdî kêm dibe.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 201 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan 103 kese ku li Dihukê hatiye tomarkirin.

Herwiha hate zanîn ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 374 kes jî baş bûne û 9 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.