Agirbestê Qerebaxê hat binpê kirin

Ermenistan û Azerbaycan hev û du tawanbar dikin.
کوردستان TV
100%

Rûsye dibêje îro agirbest hatiye binpêkirin.

Hêzên leşkerî yên Rûsî yên ku li navçeya Qerebaxê çavdêriya agirbestê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dikin, ragihandin ku îro agirbest hatiye bipêkirin.

Rûsye belav kiriye ku agirbest li devera Hadrut hatiye binpêkirin.

Ji aliyeke din ve Ermenistan û Azerbaycan jî hev û du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Weke tê zanîn piştî 40 rojan şer, li Qerebaxê, bi destpêşxeriya Rûsyeyê, agirbest hate ragihandin û biryar hate dayîn Rûsye bo çavdêrî kirina rewşê hêzên xwe yên leşkerî bişîne deverê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.