YE û Brîtanya dê biryara dawî ya ser Brexitê roja yekşemê ragihînin

hîn jî Brîtanya bi temamî derneketiye.
کوردستان TV
100%

Seroka Komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen piştî civîna bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re dîyar kir ku ewê roja Yekşemê ‘’biryara dawî’’ bidin.

Von der Leyen da zanîn ku di navbera wan û Brîtanya de ser Brexitê de ‘’fikrên ji hev pir cuda’’ hene.

Von der Leyen li ser Twitterê nivîsî; Me ser mijarên çareser nebûne hevdîtineke bi nîqaş û balkêş çêkir. Em cîhên hevdu fehm dikin, ji hev pir dûr in.

Ofîsa Serokwezîriya Brîtanya jî ragihand ku fikrên her du alîyan ji hev dûr in û da zanîn ku hîn ne zelal e ku ewê çareser bibe yan nebe.

Brîtanya di 31’ê Çileyê de ji YE’ê bi awayekî fermî veqetîyabû, lê di peyvajoya derketinê de li gor hiqûqa YE’ê tevgerîyabû û ew di 31’ê Berfanbarê de dê dosyeya Brexitê bi temamî bigire.

Ger her du alî li hevdu nekin, Brîtanya dê ji YE’ê bê lihevkirin derkeve û bi wî awayî dê her du alî li gor rêzikên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê danûstandinê bikin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.