Li Baneyê 20 kes hatine girtin

rewşa Bane bi temamî hatiye milîtarîzekirin.
کوردستان TV
100%

Bi hinceta kuştina Psporê Etomî yê Îranê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Hengawê, îro hêzên ewlekarî yên Îranê bo girtina kesên ku tê gotin destê wan di kuştina Psporê Etomî yê Îranê Fexrîzade de hebûye, operasiyonek li dar xistine.

Di operasiyona ku li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye lidarxistin, 20 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve bi hinceta ku destê wan di kuştina Fexrîzade de hebûye, hatine girtin.

Herwiha hate zanîn ku li Bane û çend bajarên din yên Kurdistanê rewş bi temamî hatiye milîtarîzekirin û rêyên hatûçûyê hatine kontrolkirin û hêzên ewlekarî yên Îranê di nava bajaran de jî teftîşa welatiyan dikin.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.