Roja çarşem 09.12.2020 Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê karubarê Rojhilata nêz David Schenker û balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller û Robert Waller Konsulusê Amerîka yê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê behsa rewşa dawî ya deverê hate kirin û alîkarê wezîrê derve yê Amerîka yê bo karubarê Rojhilata nêz piştîvaniya welatê xwe ya ji bo parastina pêgeha herêma Kurdistanê anî ziman û herwiha tekez li ser berdewambûna Amerîkayê ya bo hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge kir.
Şanda mêwan piştgîriya Amerîkayê ya ji bo berdewambûna danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda de yên bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûrê de diyar kir.
Peywendiyên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin