Li devera Hewramanê êrîşî ser wan hatiye kirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovay ya Hengawê, duhê hêzên çekdar yên Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li devera Newsûdê ya li herêma Hewramanê, êrîşî ser karwaneke din ya Kolberên Kurd kirine.
Hengawê eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de du Kolberên din yên Kurd birîndar bûne.
Weke tê zanîn rojane hêzên çekdar yên Îranê rixmî îzna fermî ya Kolberan bo hatûçû kirinê, êrîşî ser Kolberên Kurd dikin û di encama wan êrîşan de Kolber têne kuştin û birîndarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin