Vatîkan duhê diyar kiribû ku Papa serdana Kurdistanê dike.
Piştî ku duhê Vatîkan diyar kir ku di meha Adara 2021an de Papa serdana Kurdistan û Îraqê dike, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser twitterê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Bi dilxweşî ve li benda serdana xudan paye Papa bo Kurdistanê dikim. Di serdana xwe ya bo Vatîkanê di meha Sibata derbasbûyî de min behsa Kurdistan û nirxên Kurdistanê yên bo aştî û bihevre jiyanê ji Papa re kiriye, hêvî dikim Papa bo xwe bi çavên xwe wan nirxan bibîne.
Weke tê zanîn Vatîkan duhê diyar kiribû ku Papa di 5ê Adarê de serdana Kurdistanê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin