Li gundê Pilekane dîsa alozî derketin

çend welatiyên Kurd ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Hêzên Îraqî çend welatiyên Kurd binçav kirine.

Îro li gundê Pilekane ya li navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê,  çekdarên heşda şebî û Erebên hawirde bi dare zorê mal û milkên Şêniyên gund dagîr dikin û şêniyên Kurd ji malên xwe der dikin.

Di vê çarçoveyê de rojên derbasbûyî çekdarên heşda şebî û erebên hawirde zext li şêniyên gundê ku hemû Kurdin kiribûn daku ji gund derkevin û gund vala bikin lê şêniyên Kurd ew yek red kirin û îro jî çekdarên heşda şebî, erebên hawirde û hêzeke leşkerî ya artêşa Îraqê êrîşî ser şêniyên deverê kirin, di navbera wan de alozî û pevçûn çê bû û li gor zaniyariyên berdest hijmareke welatiyên Kurd hatine girtin.

Weke tê zanîn li wan deveran prosesa guhertina demografiyê û dagîr kirina navçeyên Kurdistanî hîn jî didome.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.