PDK: Êrîşî ser Xwepîşanderan nehatiye kirin

hewl dabûn navenda PDKê bişewitînin.
کوردستان TV
100%

Duhê li bajarokê Pîremegrûnê êrîşî ser navenda PDKê hate kirin.

Duhê êwarê li bajarokê Pîremegrûnê ya ser bi Silêmanî hijmarek kes lihev kom bûn û bi navê xwepîşandanê, êrîşî ser navendên part û aliyên siyasî kirin.

Ew kesên han bi çekan êrîşî ser navenda Pîremegrûn ya PDKê kirin û ji bilî zirarên madî ti zirarên din yên êrîşê nebûne.

Hin alî belav kiribûn ku qaşo hêzên PDKê êrîşî ser Xwepîşanderan kirine, lê berpirsê komîteya Pîremegrûn ya PDKê ew yek red kir û anî ziman ku me bi ti awayî êrîşî ser Xwepîşanderan nekiriye.

Peymanêrê Kurdistantv yê li deverê jî diyar kir ku hin kes hewl dabûn agir bi navenda PDKê berdin lê rê bi wan nehatiye dayîn û çend kesên Ereb jî di nava wan de bûne ku hewl dane bikevin nava navenda PDKê lê zirêvanên navendê rê bi wan nedaye.

Di heman demê de ew kesên han êrîşî ser komîteya YNK û Goranê kirin û ew her du cîhên han jî şewitandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.