Kurdisan û Brîtanya têkiliyên xwe bihêztir dikin

behsa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kirine.
کوردستان TV
100%

. Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Brîtanî civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 1/12/2020an me pêşwaziya şandeke Brîtanî ku pêk hatibû ji wezîrê dewlet yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, James cleverly û wezîrê hêzên çekdar James  Heappey û balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de me derbarê pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir û hevdem li gel spasî kirina helwesta dostane ya Brîtanyayê, me balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe bo gehêştin bi rêkeftinek li ser esasê destûra bingehîn cîhbicîh kiriye, lewre lazime hikûmeta federalî jî erkên xwe cîhbicîh bike û maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê dabîn bike.

Şanda Brîtanî behsa vê yekê kir ku xelkê Brîtanyayê bi rêzdarî ve li rola qehremanane ya hêzên pêşmerge di rûrbirû bûna terorê de dimêzîne.

Şanda mêwan herwiha amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina hemahengî û têkiliyên Brîtanyayê li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de bi taybetî di warê bazirganî û pere pêdana hêlbirîna Brîtanî li herêma Kurdistanê diyar kir.

N: E. G

.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.