Serokê herêma Kurdistanê li gel Konsulusê Rûsyeyê civiya

Rûsye û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê de kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Maksim Maksimov kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Rûsyeyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, her du alî behsa rewşa siyasî ya deverê, rewşa Îraqê û herêma Kurdistanê kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa têkiliyên Rûsyeyê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê, kar û çalakiyên Rûsî yên li herêma Kurdistan û Îraqê de û berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Rûsye, herêma Kurdistanê û Îraqê de kirin.

Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî û Maksimov tekez li ser vê yekê kirin ku derfeteke goncaw çê bûye daku Rûsye û herêma Kurdistanê têkiliyên xwe di her warî de berfiretir û bihêztir bikin.

Di beşeke din ya civînê de behsa diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê ya bo çareser kirina kêşeyên heyî, metirsiyên terorê û çend mijarên din yên hevbeş hate kirin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.