Lêpirsên li gel bikujin Xwepîşanderan tê kirin

di êrîşan de herî kêm 9 xwepîşander hatibûn kuştin.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê li Nasiriyeyêye.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî piştî serdana xwe ya bo bajarê Nasiriyeyê ya li Parêzgeha Zîqarê, ku bi mebesta lêkolîn kirinê li ser bûyerên kuştina xwepîşanderan, çûye bajarê Nasiriyeyê, ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê lêkolîn li gel wan kesan tê kirin ku êrîşî Xwepîşanderan kirine û Xwepîşander kuştine.

Erecî herwiha diyar kiriye ku hikûmet gelek bi cidî hewl bo vê yekê dide daku selametiya Xwepîşanderan biparêze.

Weke tê zanîn roja înê li Nasiriyeyê alîgirên tevgera Sedir êrîşî ser xwepîşanderan kiribûn û li gor amarên nefermî herî kêm 9 Xwepîşander hatibûn kuştin û 85 xwepîşander jî birîndar bibûn.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.