Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, alîkariyên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Hat ragihandin ku hevpeymaniyê herî dawî 35 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistîkî derbasî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Li gorî zanyariyan Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji 9ê mehê ve 35 bargilgir alîkariyên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê li baregehên xwe bicih kirin.
Tê çaverêkirin alîkariyên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê di serdema rêveberiya nû ya Amerîkayê ya serokatiya Joe Biden de jî berdewam bike. Cîgira Serokê Amerîka ya nû Kamala Harrison di beyaneke xwe ya medya Amerîkî de ragihandiye ku ew siyaseta Sûriyê ji nû ve raçav bikin û piştevaniya şirîkên xwe yên demokrasîxwaz berdewam bikin.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin