Hejmara pêketiyên Korona 62 mîlyon derbaz kir

tenê li Amerîkayê zêdetir ji 13 miliyon kesan bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 62 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 62,265,915 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 13,2 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 9,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,452,608 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 266,063 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 172,561 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,681 kes bi vîrusa korona ketine û 4,743 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E.G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.