Hêza piştîvanî bo Zîqarê tê şandin

dibêje lazime Xwepîşanderên aştîxwaz werin parastin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê îro ew biryar daye.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî belav kir ku îro yekşem Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, ferman bi hêzên ewlekarî yên Îraqê kiriye daku hêzeke piştîvanî bo parêzgeha Zîqarê jiber xwepîşandanên li Nasiriyeyê bişînin Zîqarê.

Li gor daxuyaniya han, Kazimî diyar kiriye ku lazime hêzên ewlekarî zirêvanên sepandina qanûn bin, herwiha Xwepîşanderên aştîxwaz biparêzin û wan ji ewin ku dixwazin aloziyan çê bikin cuda bikin.

Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Kazimî li hember bûyerên li Nasiriyeyê dilgirane û daxwaz kiriye ku bilez rewşa li Nasiriyeyê were normalkirin.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.