Biryar derbarê wan karmendan deye ku bi Koronayê canê xwe ji dest didin.
Peyvdarê birêveberatiya tendirostiya Hewlêrê Bijar Mûsa ragihand ku bi biryarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, vê 5 miliyon dînar bidin malbeta wan karmendên tendirostî yên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin.
Mûsa diyar kir ku prosesa debaş kirina 5 miliyon dînaran destpê kiriye û berdewam dibe daku tevahiya kesûkarên tevahiya wan karmendên tendirostî yên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest dane, ew pereyên han werdigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin