Kazimî: Têk birina rewşê zirarê dide welat

komîteyek bo lêkolîn kirinê tê damezrandin.
کوردستان TV
100%

Biryar daye komîteyeke taybetî were damezrandin.

Piştî ku duhê înê li çend bajarên Îraqê bi taybetî li Nasiriyeyê êrîşî ser Xwepîşanderan hate kirin û hijmarek Xwepîşander hatin kuştin û hijmareke din jî birîndar bûn, Serokwezîrê Îraqê biryarek nû der kir.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî beriya ku biryara xwe bide, eşkere kiriye ku têkdana rewşa Îraqê vê zirarên mezin bide xelkê Îraq û welatê, lewre nabe rê were dayîn ku bi ti awayî rewşa welat were têkbirin.

Kazimî herwiha biryar daye daku bo lêkolîn kirin li ser tundûtîjiyên duhê yên li dijî Xwepîşanderan, komîteyeke taybetî were damezrandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.