Li Îraqê dîsa xwepîşander hatin kuştin

herî kêm 2 Xwepîşander hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

49 xwepîşander jî birîndar bûne.

Duhê înê li çend bajarên Îraqê dîsa hijmareke zêde welatî daketina kolanan û xwepîşandan kirin.

Xwepîşanderên duhê, daxwaza eşkere kirin û ceza kirina wan kesan dikir ku beriya niha êrîşî ser Xwepîşanderan kiribûn û Xwepîşander kuştibûn.

Lê endam û alîgirên tevgera Sedir ya bi Serokatiya Muqteda Sedir êrîşî ser Xwepîşanderan kirine û di encam de du Xwepîşander hatine kuştin û 49 Xwepîşanderên din jîb irîndar bûne.

Herwiha alîgirên Sedir agir li konên Xwepîşanderan jî berdane.

Weke tê zanîn di sala 2019an de alîgirên Sedir dîsa êrîşî ser Xwepîşanderan kiribû û di encam de hijmareke zêde Xwepîşander hatibûn kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.