21ê Mijdarê ber bi Rojhilata Navîn ve birê ketine.
Amerîka weke çav tirsandina Îranê û herwiha ji bo nîşandana hêza xwe ya leşkerî, du balefirên bordimanê yên ku bi metirsîdartirîn balefirên şer tên nasîn şandiye Rojhilata Navîn.
Li gor daxuyaniya Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî, ev her du balefirên B52 di çarçoveya erkekê de roja 21ê Mijdarê ber bi Rojhilata Navîn ve hatine şandin û li welateke deverê hatine bicîhkirin.
Malpera Forbec news jî belav kiriye ku Amerîka bi şandina B52an bo Rojhilata Navîn peyam daye Îranê ku çekên etomî çê neke û bi ti awayî hizra êrîş kirine ser hêzên Amerîkî neke.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin