Li Kurdistanê 500 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 3 hezar [ 36 kes canê xwe ji dest dane.
ڤایرۆسی کۆرۆنا
کوردستان TV
100%

21 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 500 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 169 kese.

Herwiha hate zanîn ku di nava heman demê de 211 berketî jî baş bûne û 21 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 94 hezar û 421 kes bi Koronayê ketine, 58 hezar û 316 kes baş bûne û 3 hezar 36 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.