Twitter û Facebook hesabên Seroktiyê dê di 20'ê Çileyê de bidin Biden

di hilbijartinan de Trump rastî şikesteke bêhempa hatibû.
کوردستان TV
100%

Kompaniyên medya civakî, Twitter û Facebookê ragihandin ku ewê hesabê fermî yê bi navê @POTUS, ku serokê Amerîka bikar tîne, di 20’ê Çileyê de bidin serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden.

Hesabê @POTUS, bi Îngilizî kurtasîya ‘’Serokê Amerîka ye’’ û di her du kompanîyên medya civakî de bo karanîna serok hatiye veqetandin.

Serok Donald Trump di dewra xwe de li Twitterê pirtir ji hesabê xwe @realDonaldTrump û li Facebookê jî pirtir ji rûpela @DonaldTrump nivîsî.

Karbidestên Twitterê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dan zanîn ku ewê agahîyên ser hesabana di 20’ê Çileyê de bidin serokê hilbijartî Joe Biden û karbidestên din yên Qesira Sipî.

Facebookê jî da zanîn ku ew di sala 2017’an de bo hesabên li Facebookê û Instagramê bi tîma Trump û bi ya serokê berê Barack Obama re xebitîne.

Li gor encamên ne fermî di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de de Biden bi ser ketiye û lê ew bi îdia û dozên Trump yên ser sextekarîyên di hilbijartinê de rûbirû maye.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.