Amerîka metirsîdartirîn balefirê şer şandiye Rojhilata Navîn

dibêje demeke dirêj li deverê dimîne.
کوردستان TV
100%

Duhê şemî ew balefir li welateke Rojhilata Navîn hatiye bicîhkirin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê belav kir ku bi mebesta bersifdana bilez ya her êrîşeke muhtemel bo ser hêzên me û hevpeymanên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn de, Amerîka roja şemî metirsîdartirîn balefirê şer yê ku bi B52 tê nasîn şandiye Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniya han de her çend behsa navê welatê ku balefirê hatin têde hatiye bicîhkirin nehatiye kirin, lê hatiye gotin ku ew balefir bo erkek demdirêj li deverê ye û gerentiye bo hevpeymanên Amerîkayê yên li deverê de.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Amerîkayê jîweke foxnewsê behsa vê yekê dikin ku şandina B52 bo Rojhilata Navîn peyameke Amerîkayê ye bo Îranê.

N: E.G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.