Li Rojavayê 10 rojan qedexe tê ragihandin

biryar roja 26ê Mijdarê dikeve meriyetê.
کوردستان TV
100%

Biryar roja 26ê Mijdarê dikeve meriyetê.

Jiber zêde bûna amara berketiyên Koronayê, îdareya xweser ya Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê ( Rojavayê Kurdistanê) biryar daye daku qedexeya hatûçû li çend deverên herêmê were ragihandin.

Li gor zaniyariyên berdest qedexeya hatûçûyê vê li Hesekê, Tebqa, Reqa û Qamîşloyê bo 10 rojan were cîhbicîhkirin û biryar ji 26ê Mijdarê ve dikeve meriyetê û heta 10 rojan berdewam dibe.

Herwiha hate diyar kirin ku zanîngeh, debistan, kirîş ( cîhê zarokan ya pêş debistanê) jî di nava wan 10 rojan de daxistî bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.