Yekem karwana leşkerên Amerîkî vedikêşe

500 leşkerên Amerîkî ji Îraqê tên vekêşandin.
کوردستان TV
100%

Ew karwan ji 500 leşkeran pêk tê.

Peyvdarê fermandariya operasiyonên hevbeş yên artêşa Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand ku di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê de yaku di prosesa diyaloga steratejîkî ya di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, yekem karwana leşkerî ya Amerîkayê ji Îraqê vedikêşe.

Xefacî herwiha eşkere kir ku di karwana yekem de 500 leşkerên Amerkî cîh digirin.

Nav hatî diyar kiriye ku hin leşkerên din yên Amerîkayê li Îraqê dimînin ku erk û karê wan yê serekî şêwirmendî dibe û hevkariya artêşa Îraqê dikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.