Hejmara pêketiyên  Korona 57 mîlyon derbaz kir

Amerîka hîn jî di rêza yekem deye.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 57 mîlyon derbaz kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57,343,535 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 12 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,368,629 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 253,769 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168,061 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,965 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.