Li Îranê qedexeya hatûçû destpê kir

du hefteyan berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Bi qasî du hefteyan li seraserê Îranê hatûçû qedexeye.

Hikûmeta Îranê belav kir ku jiber metirsîdar bûna rewşa tendirostî li welat û zêde bûna belav bûna bilez ya Koronayê biryar hatiye dayîn daku du hefte li seraserê Îranê qedexeya hatûçû were ragihandin.

Ew qedexe îro şeme dikeve meriyetê û heta du hefteyan berdewam dibe.

Herwiha hikûmeta Îranê biryar daye ku yek ji sê ya karmendên dezgehên fermî jî kêm bike daku bi vê rengî pêşî ji belav bûna Koronayê bigire.

Heta niha li Îranê nêzî 900 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzî 44 hezar kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.