Pompeo dibêje ewê serdana girên Golanê bike

ew çend roje derketiye serdana hin welatên cîhan û Rojhilata Navîn.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Îsraîlê da zanîn ku ewê serdana Girên Golanê bike.

Îsraîlê di sala 1967’an de Girên Golanê ji dest Sûriyê sitandibûn û Washingtonê di sala 2019’an de diyar kiribû ku ewê serwerîya Îsraîlê ya li ser wan giran nas bike.

Pompeo li Orşelîmê got ku ewê îro Pêncşemê derfeta wî ya çûyîna li Girên Golanê hebe û da zanîn ku bi bi biryara Serok Donald Trump ya ‘’girîng û dîrokî’’ divê ew gir wek parçeyên Îsraîlê werin pejirandin.

Karbidestên Îsraîlê, Girên Golanê li hember Îran, Lubnan û Urdun û Sûrîyê wek cîhekî stratejîk dibînin.

Hêzên Îsraîlê hember hewildanên êrîşan yên ji Sûrîyê, li herêmê car bi caran êrîşên esmanî li dar dixe.

Berdevikê Rêberê Filîstînê Mahmud Abas, Nabil Abu Rudeineh ser gotinên Pompeo yên derbarê Girên Golanê got ku ‘’Ewê bi serdana xwe ji dagirkerîyê re bibe şirîk.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bo sîyaseta Trump û Pompeo ya li Rojhilata Navîn spasîya wan kir.

Girên han bi biryara Trump ilhaqî axa Îsraîlê hatibûn kirin.

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E.G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.