Mesrûr Barzanî: Wefata Ferset Sofî wendahiyeke mezine

dibêje xelkê Kurdistanê bi koça dawî ya Ferset Sofî dilgirane.
کوردستان TV
100%

Termê Ferset Sofî îro hate veşartin.

Di dema pêşwazî kirin ji termê Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ku jiber Koronayê duhê canê xwe ji dest dabû, îro li balefirxaneya Hewlêrê merasîmek hate organîzekirin.

Di merasîma han de çend gotar ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û behsa rol, dilsozî û himeta Ferset Sofî ya bo kar kirinê hate kirin.

Di merasîmê de wezîrê navxwe Rêber Ehmed peyamê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku wefata Ferset Sofî wendahiyeke gelek mezine û di nava hikûmetê de jî boşatiyeke mezin çê kir.

Serokwezîr herwiha nivîsandiye ku Ferset Sofî kesekî dilsoz, xelk û nîştiman dost bû, kesekî xakî bû û her pîwerdariyek ku jê re hatiba spartin bi dilsozî û serkeftî cîhbicîh dikir.

Tevahiya xelkê Kurdistanê jiber wefata wî xembare, ew yek jî sermayeyeke girîng ya menewî ya girînge.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.