Termê Ferset Sofî hate veşartin

duhê jiber Koronayê canê xwe ji dest dabû.
کوردستان TV
100%

Di seat 9 û 30 deqîqeyan de termê wî gehêşte Hewlêrê.

Piştî ku duhê danê sibê Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî jiber Koronayê li nexweşxaneyeke Tirkiyeyê koça dawî kir, îro danê sibê termê wî bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bo Kurdistanê hate veguhastin.

Li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê herêma Kurdistanê, nunerê hikûmetê, parlemen û aliyên siyasî yên Kurdî û biyanî, pêşwaziya termê Ferset Sofî hate kirin û her kes deste gula xwe li ser termê danî.

Pişt re çend gotar jî hatin pêşkêşkirin.

Pişt re termê Sofî bo mala wî hate veguhastin û liwir jî piştî xatir xwestina dawî, term bo goristana Şêx Ehmed ya Hewlêrê hate veguhastin û liwir jî bi merasimeke grseyî termê Parêzgarê Hewlêrê hate veşartin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.