Serok Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya

behsa metirsiyên terorê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê bi giştî kirin.

Îro Serok Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê, John Lorimer kir.

Di civînê de ku balyozê Brîtanî yê li Îraqê û hijmareke din ji rayedarên balyozxaneya Brîtanyayê jî têde beşdar bûn, giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û dom kirina prosesa hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge jî hate kirin.

Di dawiya civînê de behsa metirsiyên terorê û dubare serîhildana terorîstên DIŞIê jî hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.