Serok Barzanî : Min kurekî xwe ji dest da

dibêje koça dawî ya Ferset Sofî wendahiyeke mezine.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê Parêzgarê Hewlêrê ferset Sofî koça dawî kir.

Serok Barzanî jî jiber koça dawî ya Ferset Sofî peyamek sersaxî belav kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,

Nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê dr. Firset Sofî ez xembar û dilteng kirim. Rehmetî dr. Firset Sofî, mînaka jêhatîbûn û dilsozî û destpakiyê bû. Ew kadroyekî niştimanperwer û aktîv bû. Wî di dema kurt ya parêzgariya xwe de karî nîşan bide ku jêhatî ye û xwe xist nav dilê xelkê. Ji dest dana kesekî dilsoz mîna dr. Firset Sofî, ziyaneka mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.

Ji ber wê jî ez sersaxiyê didim me û malbat û mirovên rehmetî dr. Firset Sofî û hemû hevkarên wî yên li hikûmetê û parêzgehê û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê. Ji Xwedayê mezin dixwazim cihê wî behişt be û sebr û hedarê jî bide her kesî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.