Mesrûr Barzanî: Koça dawî ya Ferset Sofî min xemgîn kir

dibêje nav hatî xemxorê xelkê Kurdistanê bû.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê dibêje nav hatî dilxwazê reforman bû.

Îro parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî jiber Koronayê koça dawî kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyameke sersaxiyê de, hevxemî û dilgiraniya xwe aniye ziman, ew peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye;

Bi xem û kesereka mezin, nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê dr. Firset Sofî gihîşt me. Kak dr. Firset kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû. Tevahiya jiyan û temenê xwe xist xizmeta niştiman û xelkê xwe. Di hemû post û berpirsiyariyên xwe de alîgir û piştevanê çaksaziyê bû.

 Bi taybet dema bû parêzgarê Hewlêrê, erkên xwe bi dilsozî bicîh dihanî. Ez bi xwe ji nêzîk de agahdarê dilsozî û xemxorî û jêhatîbûna wî bûm di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de.

 Ji ber wê jî wefata wî ez pir xemgîn kirim. Wefata wî ziyaneka mezin e jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bi vê helkefta xemgîn, sersaxiyê li malbata wî ya niştimanperwer û xelkê Kurdistanê bi taybet jî xelkê parêzgeha Hewlêrê dikim. Xwedayê mezin wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide me hemiyan.

Bîr û helwestên kak dr. Firset Sofî dê her dem zindî bimînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.