NY bo Îraqê: Îdam kirinê rawestînin

beriya du rojan 21 kes hatibûn îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em li hember îdam kirinan dilgiranin.

Komîsariyaya bilind ya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî peyamek pêşkêşî hikûmeta Îraqê kiriye û di peyama han de daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku îdam kirina rawestîne û kar bi biryara îdam kirinê neke.

Di daxuyaniya komîsariyaya bilind ya mafên mirovan de hatiye diyarkirin ku ew weke komîsariyaya bilind ya mafên mirovan li hember îdam kirinê dilgiranin û dixwazên kar bi biryara han neyê kirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye tekezkirin ku ew bi bîstina biryara îdam kirina 21 kesan li Îraqê gelek dilgiran bûne.

Weke tê zanîn roja duşemê  ( beriya du rojan) li Îraqê 21 kes bi tawana kiriyarên terorîstî hatibûn darvekirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.