Artêşa Tirkiyê çend gundên di destê YPGê de topbaran kir

ew gundên han duhê êwarê hatine bordimankirin.
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê duh êvarî careke din gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên herêma Şehbayê, ku di destê YPGê de ne, bi çekên giran topbaran kirin.

Duh jî gundê Erîda yê rojavayê bajarê Girê Spî da ber topan. Pêr sibehê jî çend gundên heman bajarî hatibûn armanckirin û di êrîşa Erîda de serbazekî hikûmeta Şamê birîndar bibû.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.