Wezîrê derve yê Sûriyeyê koça dawî kir

derbarê sedema mirinê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Di temena 79 salî de li Dîmeşqê koça dawî kiriye.

Çapemeniya fermî ya Sûriyeyê belav kir ku wezîrê derve yê Sûriyeyêp Welîd Muelîm di temena 79 salî de li bajarê Dîmeşqê koça dawî kiriye.

Muelîm sala 1941an li Dîmeşqê ji dayik bûye, nav hatî 9 salan balyozê Sûriyeyê yê li Amerîkayê bûye.

Ji serdema Hafêz Esed heta niha di nava karûbarên siyasî yên Sûriyeyê de xudan pile û paye bûye, ji bilî ku wezîrê derve bûye, hevdem Cîgirê Serokwezîr jî bûye.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.