Lazime hikûmeta Îraqê mûçeya fermanberên herêmê dabîn bike

dibêje lazime hikûmet li pey çareseriyeke mayinde be.
کوردستان TV
100%

Dibêje biryara parlementoyê biryareke nebaşe.

Endama komîteya darayî ya parlementoya Îraqê Îxlas Dêlemî ragihand ku parlementoya Îraqê bo dabîn kirina mûçeya fermanberên Îraqê proje biryara hikûmetê ya bo deyin kirinê pejrand.

Dêlemî herwiha eşkere kiriye ku ev projeya han tenê bo deyin kirina pereyê bo dabîn kirina mûçeya fermanberane lê mixabin bi lihev kirineke nîştimanî dabîn kirina mûçeya fermanberên herêmê hate redkirin ku ev yek jî pêngaveke nerênî ya siyasiye bo Îraqê û lazime Îraq mûçeya fermanberên herêmê jî dabîn bike.

Nav hatî diyar kiriye ku deyin kirin çareseriyeke demkiye û lazime hikûmet bi rêya bernameyeke baş ya abûrî li pey çareseriyeke mayinde be.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.