Biyaban bûn roj bi roj zêdetir dibe.
Wezareta çandiniyê ya Îraqê belav kiriye ku di wan salên dawî de Îraq rastî metirsiya biyaban bûnê hatiye û rojebiroj ew metirsiya han zêdetir dibe.
Li gor daxuyaniya wezareta çandiniyê ya Îraqê bo pêşî girtin ji zêdetir bûna hişkatî û biyabanbûnê lazime tedbîrên pêwîst werin stendin û yek ji wan tedbîran jî çandina darên curbicure.
Wezaretê tekez li ser vê yekê kiriye ku niha Îraq pêdiviya xwe bi çandina 14 miliyar daran heye û lazime hikûmet bo vê mebestê bernameyeke baş amade bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin