Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 131 kesên din bi koronayê ketine

heta niha 149 kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku du kesan ji nav nexweşiyên koronayê jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku 131 kesên din bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 131 kesên din bi koronayê ketine û 2 mêrên ji bajarê Hesekê ku bi koronayê (covid_19) ketibûn jiyana xwe ji dest daye

Li gorî Ciwan Mistefa ji nav pêketiyên koronayê 82 mêr in û 49 jin in û li van herêman in:

Tebqa: 57

Reqa: 28

Dêrazor: 15

Minbic:14

Kobanê: 12

Şehba: 3

Qamişlo: 2

Mistefa piştrast kir ku ji nav nexweşiyên koronayê 9 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 5 hezar û 841 kes, ji wan 149 nexweşiyan jiyana xwe ji dest daye û 839 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.